PAJK: Sekna Zîlan sekna û şêwazê jiyana azad e

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê-PAJK’ê di salvegera 27’an a çalakiya fedayî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) de ew bi bîr anî û got, “Em bi biryar in ku bi îradeya Zîlan faşîzmê têk bibin û îsal bikin sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.” 

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê-PAJK’ê bi boneya salvegera 27’an a çalakiya fedayî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek da.

PAJK’ê di şexsê heval Zîlan de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û got:

Dewleta Tirk a dagirker 6’ê Gulana 1996’an li ser Rêberê me êrişek bi rêya bombeyên teqemeniyê pêk anî û xwest polîtîkaya xwe ya qirkirinê temam bike.

Hevrê Zîlan metirsiya êrîşa li ser Rêber Apo fêm kir û li Dersimê cihê ku dijmin digot min Kurd qir kirin, xwe di mejiyê dagirkeran de teqand.

Li dijî qirkeran bi helwesta ‘Em ewqasî ji jiyanê hez dikin ku dikarin di oxira wê de bimirin’ di xeta me ya fedayî de bû fermandara pêşeng.

Zîlan bi vê çalakiya xwe, şêwazê jiyana rast nîşanî me da.”

PAJK: Zîlan ji bo artêş û partîbûna jinê bû pêşeng

PAJK’ê dazanîn ku Şehîd Zîlan ne tenê nîşan da ku li hemberî dijmin divê helwesteke çawa ya jinê hebe, di heman demê de ji bo avakirina artêşa jinê jî bû pêşeng.

PAJK: Li Zap, Avaşîn û Metînayê li ser xeta Zîlan şer tê kirin

PAJK’ê got:

Li ser rêya dîrokî ya ku hevrê Zîlan ronî kiriye, niha li Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê, milîtanên PAJK’ê ku li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedaneke destanî nîşan didin, bi ruhê Rêber APO nûnertiya xeta Zîlan dikin.

Li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê bi rihê fedayî yê Zîlan li dijî metîngeriyê şer dikin.

PAJK: Em ê bi vîna Zîlan azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bikin

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser tecrîda li Îmraliyê jî û tekez kir ew bi biryar in ku bi vîna Zîlan faşîzmê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Back to top button