Êrişa li dijî hêzên Senadît DAIŞ’ê girt li ser xwe

Çeteyên DAIŞ’ê êrişa ku do li dijî hêzên Senadît pêk hat û di encam de 3 şervan şehîd bûn girt ser xwe.

Doh piştî nîvro Hêzên Senadît li ser xaçerêya Elî Axa ya navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo rastî êrişê hatin..

Hate ragihandin ku 2 çekdarên li ser motorsklêtekê êriş pêk anîne…

Di encama êrişê de 3 şervanên Hêzên Senadîd şehîd bûne, 5 şervan jî birîndar bûne, hin çavakanî dibêjin jimara birîndara 6 e..

Birîndar rakirine nexweşxaneya bajarê Dêrikê û birîna hinekan ji wan giran e..

Çeteyên DAIŞ’ê îro li ser hesabê xwe ragihand ku wan vê êrişê pêkanîne.

Hêzên Senadîd heta vê kêliyê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku piştî gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyeke nû, li ser herêmê liv û tevgera DAIŞ”ê zêde bû ye.

Di encama de 3 şervanên hêza Senadîd şehîd bûn

Back to top button