KJK: Meşa Rêbertî ya 50 salî û berxwedana gerîlayan serkeftinê heq dike

KJK’ê berxwedana gerîlayan a li herêmên Parastinê yên medyayê bi peyamên serkeftinê bi nav kir:

KJK’ê got; Ev şerê ku di pêşengtiya HPG û YJA/STAR’ê de pêş ket, meşa Rêbertiyê ya 50 saliyê û têkoşîna bi rûmet a jinan serkeftinê heq dike.

Komalên Jinên Kurdistanê- KJK’ê bi daxuyaniyekê berxwedana gerîlayan a li hemberî dijmin silav kir.

KJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand li ser armancên êrişan û got;

“Xeyalên Osmaniyan ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Zapê vediguherîne kabûsekê û planên wan yên nûjenkirina Lozanê di sala 100’emîn de serobin dike.

”Li hemberî balafir, êrîşên dronên bi çek û êrişên kîmyawî yên dewleta Tirk gerîlayên YJA/STAR û HPG’ê bi hêzeke mezin a berxwedanê bersiv dane êrîşan.

Ber bi 30’ê Hezîrana 2022’an de, gerîlayên me li Zap, Avaşîn, Metîna, Botan û Amedê bi biryardarî li hemberî dijmin bûn guloka agir.

Gerîla vê berxwedana dîrokî bi tîpên zêrîn dinivîsînin.

Soza me ji bo şehîd Zîlan û hemû şehîdan ew e em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Kurdistana azad ava bikin.”

KJK’ê destnîşan kir ku berxwedan û serkeftina gerîlayan careke din îspat dike ku hemû polîtîkayên dagirkeriyê, îflas kiriye û wiha dewam kir;

“Ev şerê ku di pêşengtiya HPG û YJA/STAR’ê de pêş ket, meşa Rêbertiyê ya 50 saliyê û têkoşîna bi rûmet a jinan serkeftinê heq dike.

Li ser vê bingehê teqez em ê bi ser bikevin.”

KJK’ê berxwedana gel û jinan a bi armanca piştgiriya gerîlayan jî bi vê peyamê silav kir.

”Li hemû qadên Kurdistanê çalakiyên bi pêşengiya jinan pêş dikevin û ev gelekî watedar e, divê em berdewamî û serdestiyeke ku van kirinan derînin holê û dijmin bêçare bike ava bikin”.

KJK’ê di dawiyê daxuyaniya xwe de di serî de jin û ciwan bang li gel û hemû derdorên hestiyar kir ku têkoşînê mezin bikin.

Back to top button