Li Kolombiya trîbun hilweşiya…5 kes mirin bêtirî 500 jî birîndar bûn

Li Kolombiyayê, di pêşbirka Ga de, cihê ku temaşekeran li pêşbirkê temaşedikirin (trîbun) hilweşiya.
Di bûyerê de 5 kes mirin, bêtirî 500 jî birîndar bûn.

Li welatê Başûrê Amerîka Kolombiyayê di festîvala pêşbirka Ga de beşek ji trîbunê hilweşiya.

Bûyer li bajarê Espînalê qewimî.

Rayedaran ragihandin ku di bûyerê de heta niha 5 kes mirine û bêtirî 500 jî birîndar bûne.

Tê gotin, di nava birîndaran de gelek jin û zarok jî hene.

Pêşbirka Ga, ku bi giranî çandeke Spanî ye, bi lîstin û lêdana li du gayan tê kirin.

Dawiyê de jî ga ji aliyê kesekî ku jê re matador tê gotin, tê kuştin.

Ev yek jî weke pêşbirk û şahiyekê tê nîşandan.

Lê belê di serî de rêxistinên hawirdorparêz û parêzvanên sewalan li ber vê yekê radibin û dixwazin bê qedexekirin.

Li Parlamenta Herêma Xweser a Katalonyayê di sala 2012’an de pêşbirka ga hate qedexekirin.

Back to top button