EL-CEFERÎ: ERDOGAN DI NAVA PILANEKE TERORÎST DE FETISIYE

Nûnerê herdem ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Ceferî duh di civîna Konseya Ewlekariyê de axivî.
Civîna ku ji bo aloziya Sûrî hatibû lidarxistin, El-Ceferî bal kişand ser hewldanên dagirkirinê yên Israîl û Tirkiyê.
Nûnerê Sûrî anî ziman ku Erdogan hewl da xewnên Imparatoriya Osmanî, yên ku dem di ser re derbas bûne û nema vedigerin, nûjen bike.

Nûnerê herdem ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Ceferî doh di civîna li konseya Ewlekariyê ku ji bo aloziya li Sûrî hatî lidarxistin de axivî.

Beşar El-Ceferî got:

“Piştî ku Ewropa dest jê berda û xewna tevlîbûna nava Yekîtiya Ewropa têk çû, Erdogan ber bi dewletên cîran ên rojhilat û başûrê wê ve zivirî.”

El-Ceferî diyar kir ku bi hatina Îslama Siyasî ser desthilatdariyê, xewna “vejînkirina Xîlafetê” pêk nayê.

El-Ceferî teqez kir ku serokê rêjîma Tirk di nava pilaneke terorîst de ku armanca wê hilweşnadina Sûriyê bû, fetisiye.

EL-CEFERÎ: TIRKIYÊ TERORÎST DERBASÎ SÛRIYÊ KIRINE

Nûnerê herdem ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Ceferî bi domdarî ev tişt anîn ziman:

“Dewleta Tirk sînorên xwe bi temamî vekirin û bi hezaran terorîst ên biyanî derbasî Sûriyê kirin.

Ji wan re kamp û navendên perwerdeyê vekirin.

Di warê çek û lojîstîkê de piştgirî da wan û li dawiyê bi xwe derbas bû û hin herêm dagir kirin.”

Leave a Reply

Back to top button