Hêzên QSD’ê 26’ê Hezîranê bi operasyonekê li Dêrazorê şaneyekî DAIŞ’ê girt.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û têde ev tişt got:
“Ev şaneya ku hatîn girtin, sivîl tevlî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst dikirin, fidye li ser sivîlan ferz dikirin, gef li rûspî û şêxên eşîran, karkerên saziyên Rêveberiya Xweser dixwarin.
Her wiha motorsîklêtên bombebarkirî ji şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst re vediguhastin û tevgera çeteyan li herêmê hêsan dikir.”
QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de ev tişt got: Hêzên me 3 serçete û endamên şaneyê girtin, çek û amûrên teknîk, tevî hin belgeyan jî desteser kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin hêzên koalîsyona navnetewî jî piştgirî dane vê operasyonê.