Ciwanên Qamişlo û Tirbespiyê bi çalakiyan êriş şermezar kirin

Berxwedana gelê herêmê ya li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk bi çalakiyan dewam dike. Ciwanan li Qamişlo û Tirbespiyê çalakî li dar xistin û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kirin.

Rêzçalakiyên ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêmê hatine destpêkirin bi hêrs didomin.

Îro jî li dijî êrişên qirkirinê ên ku sîstema demokratîk û aramiya li herêmê dike hedef çalakî hatin li darxistin.

Ciwanên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo meşek li darxist.

Meş bi beşdariya bi sedan ciwan ji pêşiya çerxereya Nebî Horî dest pê kir.

Ciwanên Tirbespiyê jî bi heman aramcê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî gefên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê divê wek ciwan li hember êrişan bisekinin.

Ciwanan teqez kir ku dê her dem li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin.

Di dawiyê de ciwanan bang li civaka navnetewî kir ku li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û helwestê nîşan bidin.

Back to top button