Li bendergeha Akabe ya Urdunê dema veguhestinê de konteynirek qelibî û klor jê fûriya.
Di encamê de herî kêm 13 kes mirin û 260 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya berdevkê ewlekariya giştî konteynireke ku gaza klor tê de bû, di dema barkirinê de wergeriyaye.
Di vê bûyerê de klor a ku gazeke jehrî ye fûriya û herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 260 jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kirin ku konteynir ji keştiyê ketiye û qada li başûrê bendergehê hatiye valakirin.
Televîzyona El Mamlaka dîmenê bûyerê weşand û tê dîtin ku vînç dema ku radihêle konteynirê, wê dixe ser keştiyê.
Bi ketinê re ewrekî zer çêdibe û mirov direvin.
Rayedaran bang li şêniyên Akabeyê kirin ku li mala xwe bimînin û ji bo tevdîrê pencereyên xwe bigirin.