Şehîd Diyar li Silêmaniyê bi merasîmek hate bîranîn

Li Silêmaniyê bi dirûşma “Bi ruhê şoreşgerî yê Heval Helmet, dagirker û xiyanetkaran têk bibin” Şehîd Diyar Xerîb sêyemîn şalvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê doh êvarê li ber mala bavê Şehîd Diyar Xerîb ya li Silêmaniyê bi tevlîbûna malbat û sedan kes û rewşenbîran pêk hat.

Destpêkê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK a Başûrê Kurdistanê ev peyam da:

“Dewleta Tirk bêyî cudakarî dixwaze Kurdan qir bike, çekên kîmyewî tê bikaranîn. Li Zapê destanên mezin tên nivîsîn.

Gel û gerîla bi hev re berxwedan dike. Divê em malbatên şehîdan xwedî li dozê derkevin.”

Piştre peyama KCK‘ê ya ji bo merasîmê hatibû şandin jî hat xwendin.

Di peyama KCK’ê de jî ev xal derketin pêş: “Em ê tola heval Helmet xurtir hilînin.

Li dijî xayîn û dagirkeran têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî peyama KCK’ê, peyamên malbata Diyar Xerîb û ya Tevgera Azadî hatin dayîn.

Di dawiyê de jî sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hate nîşandan.

Back to top button