Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê zextên xwe zêde dike.
Polîsên desthilata faşîst a AKP’ê Aktîvîstên TJA’yê Ayşegul Ayaz û Leyla Aşkan binçavkirin.
Bi pêşengiya TJA’yê li Navçeya Bazîd a Agiriyê li ser tundî û qetlîama li ser jinan a ku li Tirkiye û Kurdistanê daxwiyanike het dayîn.
Aktîvîstên TJA‘yê Ayşegul Ayaz û Leyla Aşkan jî tevlî daxwiyaniyê bûn .
Dema bi wesayîta xwe vedigeriyan Wanê, li ser rêya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.
Paşê hatin binçavkirin.
Nehat zanîn bê ka sedema binçavkirina Ayaz û Aşkan çiye .
Ayaz û Aşkan birin Midûriyeta Polîsan a Wanê .



