Artêşa Tirk a dagirker qada topbaranê fireh dike.
Dagirkeran gundê Til Qirah ê Şehbayê topbaran kir.
Vê sibehê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Qirah ê Şehbayê topbaran dikin.
Di encamê de zirarên madî çêbûn.
Duh derengî şevê jî gundên Semoqa, Um Hoş û Werdiyê rastî êrişan hat.
Heman dagirkerî Gundê Til Leben ê navçeya Til Temir bombebaran kir..
Di encamê de welatiyek birîndar bû.