Hêlîn Umît: Ji Îmraliyê, sîstema qirkirinê li dijî Kurdan dan destpêkirin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku dewleta Tirk ji Îmraliyê dest bi sîstema
qirkirinê ya li dijî Kurdan kiriye .
Li ser şehadeta Zîlan û têkoşîna wê ya di tevgera azadiyê de, Zîlan Umît got:
“Şehîd Zîlan li dijî qirkirin û mêtîngeariyê bi hêrs bû, lewre li Kurdistanê ji jinê dest pê kir û ji bo tevahiya civakê bû pîvan.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber bû û berxwedana gerîla ya li dijî dewleta Tirk û kesayeta şehîd Zîlan nirxandin.

Hêlîn Umît diyar kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna sîstema qirkirinê, ji Îmraliyê plansazî amade kiribû û got;

”Dewleta Tirk bi tunekirina hêzên azadiyê yên Kurdistanê dixwaze dest bi sala 2023’yan bike.

Lewma ji Îmraliyê dest pê kir û bi wê jî siyaseta qirkirinê li dijî civakên Kurdistanê û Tirkiyê dimeşîne”.

Hêlîn işaret bi şerê dewleta Tirk ê li dijî gerîla û armancên wê kir û ev got:

“Dijmin bi vî şerî dixwaze PKK’ê tune bike, sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bibin serî û civakê teslîm bigirin.

Ji ber vê jî mirovan bi pereyan bi kar tînin da ku li dijî me şer bikin, lê bi vê wê neghêjin armancê xwe.

Em hevalên xwe yên di qadên şer de silav dikin û teqez em ê bi ser bikevin. ”

Hêlîn Umît: Şehîd Zîlan ji bo tevahî Kurdistanê bû pîvan

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît şehîd Zîlan bi bîr anî, bal kişand li ser têkoşîna wê di nava tevgera azadiyê de û wiha anî ziman:

“Em di sala 30’î ya artêşbûna jinê de ne, ev yek jî bi keda Rêber Apo hat afrandin.

Girîng bû 30 sal in em bi vê artêşê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn têdikoşin.

Rêber APo ji ber têkoşîna Zîlan a li hemberî koletî û serdestiyê ji Zîlan re gotiye çanda xwedawendiyê.

Ew jî li dijî qirkirin û mêtîngeariyê bi hêrs bû, lewre li Kurdistanê ji jinê dest pê kir û ji bo tevahiya civakê bû pîvan. ”

Dawiya nirxanidna xwe Hêlîn Umît bang li gelê Kurd kir ku li her derê têkoşînê mezin bikin.

Back to top button