Dewleta tirk a dagirker armanca xwe ya li başûrê kurdistanê pêk tîne.
Ango sivîlan qetil dike û hikumeta herêma başûrê kurdistanê jî bêdenge.
Doh bi şev artêşa dagirker bi balefiran 2 erebeyn sivîlan li Kortekê kir hedef û komkujî pêkanî.
Di êrîşê de 3 kes şehîd bûn 5 jî birîndar bûn.
Şevê din balafirên şer yên artêşa Tirk Kortek a binarê Qendîlê 2 erebeyên sivîlan kirin hedef û komkujî pêk anîn.
Di encama êrîşa balafirên artêşa Tirk de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn 5 kes jî birîndar bûn.
Navê şêniyê ku şehîdbûne jî wiha ne:
Abdulla Alî Mîne 53 salî
Kurdistan Abdula 30 salî
Heryad Abdula 19 salî
Her wiha beriya vê kokujiê bi rojekê jî balafirên şer ên artêşa Tirk li devera Goşîne ya Biradostê wesayîtek a sivîlan kir hedef.
Di encama êrîşê de jî şêniyekî jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû.
https://rojnews.news/ku/kurdistan/sal-2011-kortek-komkuji-2019-disa-kortek-disa-komkuji-hat-nu-kirin-32418
Ji xwe li heman herêma Kortekê di Tebaxa 2011’an de artêşa tirk a dagirker disna komkujiyek pêk anî bû û 7 kes qetil kiribûn.