Çeteyên dewleta Tirk li Racoyê welatiyek revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên 6 welatiyên din ji navçeyên Efrîna dagirkirî revandin.

Hat ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk “20’ê Hezêranê ji gundê Memila ya navçeya Racoyê welatiyê bi navê Ehmed Ebdulrehmen Memo revandine.

Hat diyar kirin dema ku Ehmed ji karê xwe vedigeriya mala xwe ya li taxa Zêdiyê, tê revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 5 welatiyên din ji Cindirês û Şiyê revandin

Li aliyek din dewriyeyeke îstîxbarata dewleta Tirk duh bi ser navçeyên Cindirês û Şiyê de girt û 5 welatî bi tawan û hincetên derew revandin.

Navên kesên hatîn revandin,

Mihemed Îsmaîl El-Ehmed ê 32 salî, Mihemed Elî Hemîd ê 26 salî, Mûsa Mehmûd Hesen ê 24 salî, Xelîl Sibhî Ehmed ê 32 û Welîd Ciwan Mihemed ê 28 salî ne.

Kesên hatine revandine nayê zanîn bê çeteyan ew birine kuderê.

Back to top button