Ji Adara 2021’ê ve agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye û hemû serlêdanên ji bo hevdîtnê tên redkirin.
Eşkere bû li Rêber Apo 3 mehên din cezayê qedexeya hevdîtinê birîne.
Parêzerê Rêber Ocalan Mezlûm dînç têkildarî mijarê tevlî brnameya Bûyer a televizyona me bû.
Mezlûm dînç diyar kir ku ji ber bêdengiya saziyên weke CPT û dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dewleta Tirktecrîdê giran dike.
Tecrîda li ser Rêber Apo her diçe tê giran kirin û tevî hemû serlêdanên parêzer û malbatê jî dewleta Tirk destûrê nade ku hevdîtin pêk were.
25’ê Hezîranê de Dadgeha Tirk ragihand 3 mehên din cezayê disîplinê ji bo Rêber Apo dane û hevdîtina pê re qedexe kirine.
Têkildarî mijarê parêzêrê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç tevlî bernameya Bûyer a Televîzyona me bû.
Parêzer Mazlûm Dînç da zanîn ku dewleta Tirk derveyî qanûnî bi awayekî keyfî bi cezayên disîplînê; tecrîda li ser Rêber Apo girantir dike.
Mezlûm Dînç: Dewleta Tirk ji 2014’an ve heta niha nahêle hevdîtikeke asayî pêk were
Parêzer Mazlûm Dînç diyar kir ku ji derveyî rewşê awarte ji 2014’an ve heta niha tenê 4 caran parêzer û malbat karîbûn hevdîtinan pêk bînin.
Mazlûm Dînç da zanîn ku saziyên peywendîdar taybet jî ji ber CPT li dijî gavên dewleta Tirk bêhelwest e, ew jî di kirin û sûcên xwe de israr dike.
Dawiyê parêzerê Rêber Ocalan Mazlûm dînç dawiyê teqez kir ew ê li dijî tecrîdê hemû rêyên hiquqî yên li Tirkiyê û Ewrupayê bi kar bînin.