Li Srî Lanka..Frotina sotemeniyê li welat hat rawestandin

Krîza aborî ya li Srî Lanka rewşa jiyanî zehmet kiriye.

Li welat ji derveyî pêwistiyên sereke, frotina sotemeniyê heta 10’ê Tîrmehê hate rawestandin.

Ji ber ku Srî Lanka bi krîza aborî ya herî mezin a dîrokê re rû bi rû ye, hukûmetê firotina sotemeniyê ji bo wesayîtên taybet qedexe kir.

Ji derveyî karûbarên bijîjkî, veguheztina xwarinê li Sri Lanka, ku stokên sotemeniyê bi lez kêm dibin.

Hat ragihandin ku bi têra rojekê sotemenî li welat maye.

Ji ber vê yekê qedexeya sotemeniyê wê heta 10’ê Tîrmehê bidome.

Berdevkê Hikûmeta Srî Lankayê Bandula Gunewardena, diyar kir ku di dîroka xwe de li welat tu carî bi krîzeke aborî ya ewqas giran re rû bi rû nebûye û got,

“Ji îşev nîvê şevê pê ve ji bilî xizmetên bingehîn ên weke sektora tenduristiyê wê sotemenî neyê firotin.

Em dixwazin rezerva piçûk a ku me heye biparêze.”

Serokwezîrê Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe di destpêka mehê de got;

Ji bo pêdiviyên sereke yên wekî xwarin û sotemenî pêwistiya wan bi 5 mîlyar dolarî heye.

Back to top button