KÊMBÛNA NIRXÊN LEYRA SÛRÎ HEMBERÎ DOLARÊ EMERÎKÎ BANDOREKE NEYÎNÎ LI  BAZARÊ DIKE

Kêmbûna nirxê Lireya Sûrî li beramberî dolar bi awayekî neyînî bandorê li şênî û tevgera bazirganên Sûriyê dike.

Di vê dawiyê de nirxê Lîreya Sûri li hemberî dolar bi awayekî bilind daketiye.

Par 1 $ dolarê Emrîkî 430 ta 480 L.S bû lê niha 1 $ dolar bûye 600 L.S.

Ew jî bi awayekî neyînî bandorê li tevgera sûkan dike, li gel bilindbûna buhayê tiştan.

Bazirganên herêmê jî dibêjin, bilindbûn û daketina nirxê dolar tevliheviyê di nav sûkan çêdike.

Her wiha êdî baweriya ti kesî bi bazirganiya pereyan namîne û ew jî bi awayekî neyînî bandorê li karê me dike.

Leave a Reply

Back to top button