Lîderên G7 henekê xwe bi Putin kirin, artêşa Rûsya êrişî Kremençuk kir

Lîderên welatên G7 di dema lûtkeyê de li pêş kamereyan henekê xwe bi Serokê Rûsya Putin kirin.
Piştî vê artêşa Rûsya êrişî navenda bazirganiya li Kremnçukê kir.
Di êrişê de bêtirî 10 kes hatin kuştin û 40 jî birîndar bûn.
Lîderên G7 soza wê yekê dan ku wê nêzî 30 mîlyar dolar alîkariya Ukrayna bikin.

Rûsya di her fersendê de nîşanî welatên Rojavayî dike ku pêre henek nabe.

Doh di lûtkeya lîderên G7 a li Almanyayê de, lîderan li pêş kamereyan henekê xwe bi Serokê Rûsya Vladimir Putin kirin.

Piştî vê bi çend saetan hat ragihandin ku artêşa Rûsya bi moşekan êrişî navenda bazirganiyê ya li Kremençukê kiriye.

Li gorî rayedarên Ukraynî di êrişê de, herî kêm 16 kes mirin û bêtirî 59 jî birîndar bûne.

Rêveberên Ukrayna ev êriş weke “sûcê li dijî mirovahiyê” pênase kirin.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky diyar kiribû ku di dema êrişê de li cihê bazirganiyê bêtirî hezar kes hebûn.

Şaredarê bajar jî dibêje ti têkliya herêma hatî armanckirin bi êrişan re tineye.

Kremençuka ku beriya êrîşên Rûsyayê dest pê bike nifûsa wê nêzî 220 hezar bû, 250 kîlometreyan li başûr-rojhilatê paytext Kîevê ye.

Kremençuk, li welat bajarekî pîşesaziyê ya xwedî parzûngeha neftê ya herî mezin e.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Ukraynayê ku ji 24’ê Sibatê ve li dijî êrîşên Rûsyayê li ber xwe dide, bêtirî 4 hezar û 700 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Kîev diyar dike ku hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane zêdetir e.

Li lîderên g7 piştevaniya 29,5 mîlyar dolar bo Ukrayna

Çend saet beriya êrîşa li ser bajarê Kremençuk, Serokomarê Ukraynayê Zelensky li ser înternetê beşdarî Lûtkeya G7 a ku li eyaleta Bavyera ya Almanyayê hat lidarxistin bû.

Zelensky xwest ku pergalên parastina hewayî û cebilxane bên şandin.

Her wiha hişyarî da ku eger ev şer beriya zivistanê neyê bidawîkirin, dê rewş hîn dijwartir bibe.

Welatên G7 ku ji Almanya, DYA, Îngilîstan, Îtalya, Fransa, Japonya û Kanadayê pêk tên jî soza 29,5 milyar dolarî piştgirî dan Ukraynayê.

Di daxuyanîya ku ji aliyê G7’an ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku bi vê piştgirîyê re tê xwestin ku valahiya fînansê ya li Ukraynayê tije bikin û xizmetên ji gel re bidomînin.

Lê nehat diyarkirin ka ev piştgirî alîkarî ye yan jî deyn e.

Back to top button