Konseya Ewlekariyê ya NY bo mijara Ukrayna dicive

Rûsya bi dijwarî êrişî Ukrayna dike.
Êrişa herî dawî ya li dijî Kremençûk bertekên li dijî Rûsya zêde kiriye.
Piştî êrişê Konseya Ewlekariyê ya NY bi awayekî lezgîn dicive.
Serokomarê Ukrayna Zelensky dibêje Rûsya li cîhanê bûye rêxistina herî mezin a terorê û got:
Cîhan dikare terora Rûsya bidawî bike û divê bike.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) piştî êrîşa dawî ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê biryar da ku civîneke awarte li dar bixe.

Welatê Albanya ku niha serokatiya demkî ya konseyê dike diyar kir ku êrîşa mûşekî ya sivîlan li navendeke bazirganiyê ya li herêma Kremençukê dike hedef, wê bibe rojeva sereke ya civînê.

Civîn îro tê lidarxistin.

Li gorî nûçeya AFP’ê, berdevkê Albanî diyar kir ku wê di civînê de êrîşên li ser Kîevê bên gotûbêjkirin.

Zelensky: Rûsya li cîhanê bûye rêxistinekî herî mezin a terorê

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky êrîşa li ser navenda bazirganiyê şermezar kir û got; ev “bi eşkere kiryarek terorîstî ye”.

Zelensky di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de êriş weke “yek ji mezintirîn êrîşên terorîstî yên dîroka Ewropayê” de pênase kir.

Serokomarê Ukrayna bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Ev ji bilî terorê ne tiştekî din e.

Terorîstên teqez dîn, ku divê cihê wan li ser rûyê erdê tune be, tenê dikarin bi moşekan li tiştekî wiha bixin.

Ev ne êrîşeke mûşekî ye ku bi şaştî hatiye kirin.

Ev êrîşeke Rûsyayê ya baş li ser navenda danûstendinê hatî plankirî ye.”

Zelensky diyar kir ku di dema êrîşê de sivîl li navenda bazirganiyê bûn û jin û zarok jî hatine armanckirin.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov ragihand ku êrîş di saetên lûtkeyê yên navenda bazirganiyê de hatiye plankirin ku bibe sedema windahiyên zêdetir.

Back to top button