LI DIJÎ BALYOZXANEYA BEHRÊNÊ ÊRÎŞ PÊK HAT

Komeke xwepêşander êrîşî balyozxaneya Behrênê li paytexta Îraq Bexdayê kir.

Di encamê de 54 kes hatin binçavkirin.

Wezareta Hundir a Îraqî ragihand ku wan 54 kesên ku duh êrîşî balyozxaneya Behrênî li Bexdayê kir, girtine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got:

Ewlehiya balyozxane û şandeyên diplomatîk xeteke sor e û em ê van kesan ceza bikin.

Duh hinek xwepêşanderan êrîşî balyozxaneya Behrênî ya li Bexdayê kir û ala Behrênî avêtin û ya Filistînî li cihê wê danîn.

Wezareta derve ya Behrênî jî ev êrîş şermezar kir û daxwaza balyozê xwe ji Bexdayê kir.

Ev yek ji bo bazara serdemê pêk hat.

Bazara serdemê ango ‘sefqet alqirin’ projeyeke aştiyê ye, ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump hatiye amadekirin da şerê navbera Îsraîl û filistînê çareser bike.

 

Leave a Reply

Back to top button