HPG’ê: Li Zap, Avaşîn û Metîna 34 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê çalakiyên xwe yên ji bo silavkirina 30’yê Hezîranê Roja Fedayîtiyê didomînin.
Gerîlayan li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê eşkere kir ku di encama çalakiyên gerîlayan de 34 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser xeta fadayîtiyê dimeşin derbên giran li dagirkeran didin û derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê;

27’ê Hezîranê ber destê sibê li qada Werxelê bi çekên giran li hêzên dagirker hat xistin ku dixwestin ber tûnelên şer yên Şehîd Tekoşer ve werin.

Di saetên nîvro û piştî nîvro de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di encama derbên hêzên me de herî kêm 15 dagirker hatin cezakirin û 4 jî birîndar bûn.

Dîsa heman rojê di saetên nîvro de li qada Werxelê li hêzên dagirker hat xistin ku hewl didan ber bi tûnelên şer ve werin.

Di van çalakiyan de jî 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek birîndar bû.

Dîsa 27’ê Hezîranê li Qada Werxelê tîmên me yên gerok ji du aliyan ve li dagirkeran xistin.

Di encama lêdana baskê yekemîn de 11 dagirker hatin cezakirin û 4 jî birîndar bûn. Helîkopterên ku xwestin qada şer bombebaran bikin jî li ser destwerdana hêzên me neçar man ji qadê dûr bikevin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

27’ê Hezîranê li Qada Karker bi taktîka sabotajê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan ber bi tûnelên şer ve werin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna;

27’ê Hezîranê li derdora Girê FM li hêzên dagirker hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Dîsa heman rojê li derdora Girê Şehîd Cûdî bi awayekî hemwext li dagirkeran hate xistin û 3 dagirker hatin cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 27’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopteran û obusan qadên berxwedanê yên gerîla bombebarankirin.

Back to top button