Kongra Star êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Xanaserê bi daxuyaniyekê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li komkujî û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan bîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan welatiyan hedef digire û armanca wê jî koçberkirina welatiyan e, da ku karibe guhartina demografiyê pêk bîne.
Kongra Star bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî berdewamkirina êrîşan şermezar kir û got: “Heta vê kêliyê êrişên li ser herêmên Şehba, Til Rifet û herêmên din bi hemû rêbazan, berdewam in.”
Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de, bang li aliyên têkildar û civaka navneteweyî kir ku van komkujî û sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin, da ku aramî û ewlehiyê herêmê bê parastin.