Li Kampa Holê cenazeyê mêrekî ku bi guleyan hatiye kuştin hat dîtin

Li Kampa Holê a ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin buyerên kuştinê bi dawî nabin. Li kampê cenazeyê mêrekî ku ‎bi guleyan hatiye kuştin hat dîtin.

Cenaze li beşa 6’an a koçberên Sûrî, hatiye dîtin.

Li gorî agahiyên ku ji hêzên ewlehiyê yên li kampê hatine girtin, nasnameya kesê hatiye kuştin hîna ne diyar e, lê tê texmînkirin ku Sûrî be.

Di nava hefteyekê de 4 kes û di ji destpêk salê ve jî 26 kes li kampê hatine kuştin.

Her wiha ji destpêka salê ve di encama hewldanên kuştinê de, li kampê 14 jin û mêr birîndar bûn.

Kampa Holê ji 9 beşan pêk ‎tê, tê de 56 hezar û 97 kes hene, ji wan 29 hezar û 152 kes iraqî ne, her wiha 18 hezar û 863 kes jî Sûrî ne. ‎

Hejmara jin û zarokên DAIŞ’ê yên biyanî jî digihêje 8 hezar û 100 kesî.

Ew jî hemwelatiyên 54 dewletan e.

Back to top button