DI ŞERÊ BAKUR-ROJAVAYÊ SÛRIYÊ DE NUQTEYÊN TIRKAN JÎ DIBIN HEDEF

Li herêmên bakur-rojavayê Sûriyê şer gur dibe, hêzên rêjîmê jî gelek kuştî dan. Di nava vî şerî de, ev bû 3 car in noqteyên dagirkeriya Tirk tên hedefgirtin.

Şer li herêmên bakurê Hemayê û başûrê Idlibê dewam dike.

Di nav de, noqteyên dagirkeriya Tirk jî li herêmê bûn hedefa hêzên rêjîma Sûrî û Rûsyayê.

Di rojên dawî de, komên çete êrîşên xwe yên li ser hêzên rejîmê zêde kirine.

Lê hema çeteyên dagirkeriya Tirk heya niha tu gav pêş ve neavêtine.

Êrîşên herî dawî jî, li dijî navçeyên El-Qasabiyê û El-Huwêz bû.

Tevî mabûna hêzên rêjîmê di çeperên xwe de, lê hema gelek leşkerên wê hatin kuştin.

Sedema vê jî vedigere bidestxistina komên çeteyan moşekên dij-tankan û bikaranîna wan.

Bi taybetî jî, li herêma Sehil El-Xab.

Leave a Reply

Back to top button