Li Şehbayê ji bo şehîd Ferhad Dêrik konê sersaxiyê hate vedan

Merasîmên sersaxiyê ên ji bo şehîd Ferhad Dêrik li bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Îro Rêveberiya Xweser li kampa Berxwedan ya li Şehbayê ji bo Şehîd Ferhad Dêrik kon veda.

Bi sedan ji koçberên Efrînî, endam û nûnerên saziyan tevîl şêniyên Şehba serdana kon kirin.

Li bin kon li ser navê Rêveberiya Xweesr Arif Şêxo, bi navê Meclisa Til Rifet Reca’i El-Hisên û bi navê Meclisa Şêrewa Henîfe Sîdo axivîn.

Di axaftina de soza berdewaniya riya şehîd Ferhad hate dubare kirin.

Back to top button