NETEWÊN YEKBÛYÎ JI BO PARASTINA ROJAVA KONFRANSEK LI DAR XIST

Nivîsgeha Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa dawîn a Bakurê û Rojhilatê Sûriyê konferansek li dar xist.
Di konferansê de bang hate kirin ku divê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kes bêdeng nemîne.

Mamostê Zanîngeha Cenevreyê Dr. Vîcken Cheterîan,

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê M. Ahmad Omer

û parlementerê Parlementoya Federal a Swîsreyê Carlo Sammarûga di konferansê de axivîn.

Cheterîan diyar kir ku di sala 2011’an vir ve li Surî rewşekî rasteqîne ya rêveberiya Kurdan derketiye holê.

Beriya niha Kurdan nikaribûn zimanê xwe biaxivin lê Kurda bi şer û berxwedanî ev rewş guherand û divê ev deskeftiyên hatine qezenckirin jî werin parastin.

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê M. Ahmad Omer jî diyar kir ku çawa Tirkiye hemû zagonên navneteweyî binpê kir û Efrînê dagirkir, niha jî dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike.

Divê NY di serî de hemû saziyên navneteweyî li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Leave a Reply

Back to top button