Hêzên Asayîşê li bajarokê Hezîme yê Reqayê kesekî ku dolarên sexte bi kar dianîn, girt.
Hêzên Asayîşê derbarê vê yekê de li ser Malpara xwe daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin .
Hêzên me yê li dijî tewanê kesekî di dikanan de bi armanca xapandinê pereyên sexte bikar tîne girtin.
Pêştî lêkolînê û komkirina delîlan di serdegirtinekê de hatin girtin .
Asayîşê ragihand di dema lêpirsînê de ew li xwe mukir hat ku bi armanca xapandina welatiyan pereyên sexte bi kar tîne û li bazaran belav dike.
Hate ragihandin ku ew kes piştî lêpirsînê sewqî Serdozgeriyê hatiye kirin.