PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN KOMÎTEYA PARASTINA XAKA KURDISTANÊ AVA KIR

Peşmergeyên Dêrîn ên herêma Silêmaniyê ragihandin ku wan li dijî dagirkeriyê komîteyeke hevbeş a ji hemû kesayetên serbixwe û welatperwer pêktên avakirine. Komîteyê dazanîn ku ewê li başûr çalakiyên cur be cur lidar bixin.

Peşmergê dêrîn ji bo li dijî her cûre êrîş, dagirkerî û gendeliyê komîteyeke hevbeş ya bi navê, ‘Komîteya Parastina xaka Kurdistanê’ bi daxuyaniyekê li binarê Qendîlê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Armanca vê komîteyê parastina xak û destkeftiyên gelê Kurd e.

Em ne girêdayî ti partî û aliyên siyasîne, em tenê girêdayî xak û niştîmana Kurdistanê ne.

Em ji vir dibêjin ji bo dagirkeriyê êdî bes e.

Pêwîste xelkê azadixwaz yê Kurd dengê xwe yê şoreşger bilind bike û êdî dagirkeriya li ser xwe qebûl nekin.

Emê mirinê qebûl bikin, lê emê jiyan kole qebûl nekin.

Em bang pêşmergeyên dêrîn dikin ku werin em bi hev re li dijî dagirkeran têbikoşin.

Leave a Reply

Back to top button