Lîderên NATO ji bo lûtkeyê li Spanya kom bûn.
Serokê DYA’yê Biden bi rengekî îronî got,
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Ewropa kir NATO û ragihand, wê hejmara leşkerên Amerîkî yên li Ewropayê zêde bikin.
Joe Biden li civîna bilind a NATO’yê axivî û diyar kir ku bi armanca “bersivdana li gefên bejahî, hewayî û deryayî” wê “hêza xwe ya leşkerî ya li Ewropayê xurt bikin.
Biden anî ziman ku civîna bilind a NATO’yê “mohra xwe li dîrokê xist” û wiha got:
Biden: Em ê jimara leşkerên xwe yên li Ewropa zêde bikin
Em ê hejmar û kapasîteya leşkerên xwe yên li Spanya, Polonya, Romanya, welatên Baltik, Brîtanya, Almanya û Îtalyayê zêde bikin.
Biden anî ziman ku wan “ispat kirine ku NATO ji her demê bêhtir pêwîst e” û bi bîr xist ku Amerîkayê ji xwe îsal 20 hezar leşkerên din li Ewropayê bi cih kirine.
Biden: Ji ber helwesta Putin Ewropa hemû bû NATO
Biden beşdarbûna endamên din nava NATO bi helwesta Putin ve girê da û wiha bi dawî kir:
“Me dixwest Ewropa hemû weke Fînlandiya be.
Lê belê berevajî bû.
Ji ber helwesta Rûsya, Ewropa hemû bû NATO.”