Emîne Kakabawe ji Ronahî TV re peyvî

Parlemanetera Kurd a di parlemana Swêdê de Emîne Kakabawe têkildarî tevlîbûna Swêd û Filinedayê ji nava NATO’yê re, bersiv da pirsên Ronahî TV..
Emîne Kakbawe eşkere kir ku Tirkiyê û Swêd li hev kiriye ku Swêd destekê nede YPG, YPJ û PYD’ê..
Kakbawe dibêje ku ev peyman bi temamî li dijî Kurdan e û partiya sosiyal demokrat a desthildar Kurd û Swêd firotine Tirkiyê.

Emîne Kakabawe : Tirkiyê û Swêd li hev kiriye ku desteka YPG, YPJ û PYD were rawestandin

Parlemanetera Kurd da zanîn ku Tirkiyê daxwaza rardestkirina 33 kesan ji Kurdan û muxalifên destihilata Tirkiyê ji Sêwêdê kiriye..

Têkildarî vê xalê jî Emîne Kakabawe got:

Swêd ne mîna Tirkiyê ye.

Emîne Kakabawe: Tirkiyê daxwaza radewstkirina 33 kesan ji Swêdê kiriye

Qanûn li Sêwêd bingeh e.

Dadgeh û dada Swêdê biryara vê yekê dide û ne tiştekî rihet e.

Lê pir xeter e ku ev kes ji bo Tirkiyê werin radestkirin.

Emîne Kakabawe: Me zelalkirin ji desthilata Swêdê xwestiye

Kakbawe ev peyman bi li dijî Kurdan û Swêdê bi giştî bi nav kir û partiya sosiyal demokrat a desthildar bi firotina Kurdan û Sêwêd ji bo Tirkiyê tawanbar kir-.

Parlemanetera Kurd di peywedniya telefonî ya li gel Ronahî TV diyar kir ku wê zelalkirin ji rêveberên Sosiyal demokratan xwestiye, ji ber ku ev peyman tam li dijî demokrastiyê ye.

Her di heman peywendiyê de Emîne Kakbawe diyar kir ku ji bo firotina çekan ji Tirkiyê re jî, divê Parlemana Swêdê erê bike û ne dûr e ku pêk were..

Back to top button