Li Dêra Zorê li dijî êrişên dewleta Tirk meşek hate lidarxistin

Çalakiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û Başûrê Kurdistanê her wiha li dijî tecrîda giran a li ser rêber Ocelan dewam dikin. Îro jî li gelek herêman çalakî hatin lidarxistin.

Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk û tecrîda li ser rêber APO bi hêrs in.

Îro jî bi armanca şermezarkirina êrişan gel li qadan bû.

Welatiyên Dêra Zorê li dijî êrişan meşek li darxist.

Bi sedan ciwan, rûspî û jin beşdarî meşê bûn.

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşeroj ê Rojhilatê Dêra Zorê Mihemed El-Zayid axivî û diyar kir ku armac ji vê meşê şermezarkirina êriş û gefên dewleta Tirk e.

Piştî meş veguherî mêtingê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku ev êrişên li dijî herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin dê rê li ber krîzên nû veke.

Hate gotin: “Armanca êrişan guhertina demogerafiya herêmê û têkbirina aramiyê ye.

Bang li hemû hêz û gelên Sûriyê hate kirin ku li hember êrişan bibin yek û bersivê bidin.

Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan êriş şermezar kirin

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişloyê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişa li ser gundê Xaneserê daxuyaniyek da.

Nivîsgehê tecerîda li ser rêber APO û êrişên li ser herêmê bi tundî şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê: Têkoşîna me heya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dewam bike

Li aliyekî din jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê têkildarî tecrîda giran a li ser rêber Ocalan daxuyanî da.

Meclisê diyar kir dê têkoşîna xwe heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocelan dewam bikin.

Meclisê bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir li dijî tecrîdê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

MSD’ê derbarê êrişan de li Kobanê civînek li dar xist

Li Kobanê jî Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê civînek bi amadebûna siyasetmedar, çalakger, rûspî û welatiyên Kobanê li darxist.

Di civînê de nîqaş li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê hate kirin.

Endama Ofîsa Têkiliyên MSD’ê Jiyan Mele Mehmûd derbarê civînê de axivî û got: “Me dest bi lidarxistina van civînan kiriye ji bo gel rewşa herêmê ji nêz ve nas bike.

Di demên bê de em ê civînên xwe li Minbic û Reqayê li dar bixin.”

Back to top button