QSD: Li Dêrazorê 2 serçete hatin kuştin

Li Dêrazorê jî di encama operasyona hêzên QSD’ê de 2 serçeteyên DAIŞ’ê ku amadekariyên êrîşan li ser Hesekê dikirin, hatin kuştin.

Li aliyê din têkoşîna li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê berdewam dike.

Navenda Ragihandinê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarên Dêrazorê 2 serçete hatin kuştin û ev agahî parve kir:

“Yekîneyên me yên li dijî terorê vê sibehê li gundewarên Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê pêk anî.

Yekîneyên me endamên şaneya terorîst dorpêç kirin û ji wan re got xwe radest bikin.

Lê wan gule li şervanên me reşandin, hêzên me jî bersiv da û şer derket.

Di encamê de 2 serçeteyên ji şaneya terorîst hatin kuştin.”

Li gorî agahiyên ku QSD’ê li ser şaneyê kom kirine, şaneyê amadekariya êrişên li dijî Hesekê û gundewarên wê dikir.

Back to top button