TEV-DEM Û PYD KOMKUJIYA DEWLETA TIRK A LI KORTEKÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Tevgera civaka demokratîk komkujiya dewleta Tirk a li Kortekê bi daxuyaniyekê şermezar kir .

TEV-DEM’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên wê li ser başûrê kurdistanê ne nû ne.

Tirkiyê bi van êrîşên xwe dixwaz xaka başûrê kurdistanê mîna Efrînê dagir bike.

Li hemberî van êrîşan hikumeta herêma kurdistanê û Îraqê bêdengî hilbijartine .

Ev bêdengiya wan dihîle xwîna gel bê rijandin. helwesta wan ne exlaqiye ji ber nikarin gelê xwe biparêzin.

KOMKUJIYA DEWLETA TIRK A LI KORTEKÊ
PYD: GAVA YEKEMÎN A SEKINADINA KÎNA TIRKIYÊ, KONGRA NETEWÎ YA KURDISTANÊ YE

Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya demokratîk jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

PYD’ê sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û êrîş şermezar kir û wiha got:

Dewlet Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li dijî başûrê kurdistanê zaganên navdewletî binpê dike.

Gava yekemîn a sekinandina kîna Tirkiyê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye.

Leave a Reply

Back to top button