Di êrişa ser gundê Ereb Hesen yê Minbicê de 2 welatî şehîd bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din êriş kirin. Dagirkeran bi çekên giran gundên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê û gundên Şehba û Minbicê topbaran kirin. Di encama êrişa li ser Minbicê de du welatî şehîd bûn.

Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker a bi moşekan li ser gundê Ereb Hesen ê bakurê Minbicê de du sivîl şehîd bûn.

Derbarê nasnameyên kesên şehîd bûne de agahî nehatin bi destxistin.

Dagirkeran bi çekên giran êrişî gundên Efrîn û Şehbayê kirin

Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundên Şewarxa, Tat Maraş, Îrşadiyê û Tinib ên navçeya Şera û gundên Aqîbê, Sonxanekê, Bir Qas ên navçeya Şêrawa ya Efrînê jî topbaran kirin.

Di heman demê de, gundê Kefer Entûn ê Şehbayê jî hat topbaran kirin.

Hat ragihandin zêdetirî 100 guleyên obîs û hawanan li van gundan ketine.

Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundiyan ket.

Duh di derengiya şevê de jî çeteyên dewleta Tirk gundên Semoqa, Um El-Hoş û Bendava Şehbayê bi dijwarî gulebaran kir.

Back to top button