Desteya Tenduristiyê ji ber wefata Zekî Pîrsûs peyama sersaxiyê da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber wefata kesayeta welatparêz Zekî Pîrsûs ku kedeke mezin da qada tenduristiyê peyama sersaxiyê da.

Di peyamê de tê wiha hate gotin: “Duh, me kesayeta welatparêz a şoreşger ê ku jiyana xwe xiste xizmeta gel û welatê xwe û rojek ji erk û birpirsyartiyên xwe yên şoreşgerî, neteweyî û mirovî dudilî nebû, winda kir.

Zekî Pîrsûs ji kesên destpêkê bû ku qada tenduristiyê li herêmê pêş xist, yek ji damezrînerên Peymangeha Tenduristiyê ya li Serêkaniyê û Akademiya Tenduristiyê ya li bajarê Qamişlo bû ku di vî warî de gelek ked û proje pêşkêş kirin.

Em wekî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd re dixwazin û soza şopandina têkoşîna avakirin, pêşxistin û parastina destkeftiyan dixwest.

Back to top button