HRE: LI EFRÎNÊ HERÎ KÊM 14 LEŞKER Û ÇETEYÊN TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya çalakiyên xwe ên leşkerî li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê, Hêzên Rizgariya Efrînê di her dû rojên borî de derbên giran li leşker û çeteyên Tirk dan. Li gorî daxuyaniya hêzên rizgariyê li Efrîn û navçeya Şêrawa herî kêm 14 leşker û çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrîn û derdora wê didomînin.

Di van herdû rojên dawî de hêzên rizgariyê derbên xurt li dagirkeran dan û herî kêm 14 leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyek da û hurgiliyên çalakiyên xwe parve kir.

Li gorî vê:

26 Hezîranê, hêzên rizgariyê kemînek li pêşiya konvoyekî artêşa dagirker a Tirk li ser rêya di navbera Efrîn û gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa danîn.

Li vir di navber şervan û artêşa Tirk de şerê sing bi sing rû da.

Di encamê de Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 7 leşker jî bi giranî birîndar bûn.

27’ê Hezîranê, hêzên rizgariyê êrîşî tepeyê gundê Kebaşîn yê Şêrawa û nuqteyekî keşfê ya artêşa Tirk li heman gundî kir.

Li vir jî herî kêm 4 çete hatin kuştin û çeteyek birîndar bû.

Hejmarek ji leşkerên Tirk jî hatin kuştin lê hejmar ne hat zelal kirin.

Hemwextî çalakiya li gundê Kebaşîn, artêşa dagirker a Tirk bi hejmarek mezin ji çeteyan dest bi operasyonê kirin.

Hêzên rizgariyê ew jî kirin hedef.

5 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di heman rojê û li heman gundî, nuqteyekî kombûyîna çeteyan bû hedefa şervanan.

3 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

27’ê Hezîranê bi çalakiyekî sabotajê nuqteyekî çeteyên bi navê polîsên leşkerî li taxa Tirindê a li navenda bajarê Efrînê bû hedef.

Çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button