Şehadeta Ferhad Şiblî bandoreke mezin li gel şêniyên herêmê û hevrêyên wî hişt.
Hevreyên şehîd Ferhad Şiblî bang li gel kir ku ji şehadeta şehîd Ferhad hêzê bigirin.
Girêdayî mijarê Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê û hevalê şehîd Ferhad Şiblî, Rustem Bekir axivî û ev yek anî ziman:
“Têkoşer Ferhad bê navber ji bo doza gelê xwe kar dikir û jiyana xwe ji bo xizmeta welat veqetandibû.
Me jî bi şehadeta wî parçeyekî ji laşê xwe winda kir.”
Hevrêya şehîd Ferhad Şiblî, Emîne Hêris jî dibêje :
Şehîd Ferhad kesayeteke demokrat bû û nêrînê her kesî qebûl dikir.
Em di şexsê şehîd ferhad de soz dikin ku heta pêkanîna xeyalên şehîdan, emê têkoşîna xwe bidomînin..”