Mamosteyê Zanîngeha Hewlêrê Dr. Raid Rifet dibêje li dijî dagirkeriya Tirkiyê pêwîstî bi serhildaneke girseyî heye.
Raid Rifed balkişand ser metirsiyên êrişan û anî ziman ku divê li hember êrişan helwestek cidî were nîşan dan.
Raid Rifed diyar kir ku hincetên ku Tirkiyê bi wan êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike ne rastin û got:
”Ev tevgera artêşa Tirk li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Tirkiye bi hinceta ku ewlekariya xwe biparêze, êriş dike.
Ev yek nayê qebûlkirin. Pêwîste li dijî dagirkeriya Tirkiyê serhildanek girseyî pêk were.”