Biryara êrişa terorê ya derbarê doza Parîsê de eşkere bû

Di Mijdara 2015’an de li paytexta Fransa Parîsê êrişeke terorî pêk hat.
Têkildarî êrişê doza hatî vekirin bi dawî bû.
Salah Ebdeslam yê ku êriş pêk aniyî wê heta heta di zindanê de bimêne.

2015’an li paytexta Fransa Parîsê êrişeke terorî pêk hat.

Di êrişê de 130 kes mirin.

Ji êrişkarên bûyera terorî tenê Salah Ebdeslam sax maye.

Doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê duh êvarê bi dawî bû.

Dadgehê biryar da ku Ebdeslam bi cezayê muebbetê yê giran were cezakirin.

Ji bo welatiyê Fas-Fransî Ebdeslam ê 32 salî ku li gorî qanûnên Fransayê cezayê herî giran lê hate birîn.

Heta 30 salî wê nekare cezayê wî were kêmkirin.

Beriya niha li Fransayê 4 kes bi vî cezayî hatibûn cezakirin.

Di êrîşên hemwext ên herî kujer de ku di 13’ê Mijdara 2015’an de Fransa hejand de, 6 xwaringeh û bar, stadyûmek û salona konserê hatin armanckirin.

Di êrişan de, 130 kes mirin û 350 kes jî birîndar bûn.

DAIŞ’ê berpirsiyariya êrîşan girt ser xwe.

Salah Ebdeslam, yekane endamê şaneya DAIŞ’ê ya ku ev êrîş pêk anî û hîna saxe.

Di doza li Fransayê de, bi sûcê “terorîzm” û kuştinê hat mehkûmkirin.

Dema ku dadger Louis Perîes saetekê biryar dixwend, hat dîtin ku Ebdeslam tu bertek nîşan nedaye.

Şandeya ji 5 dadweran pêk tê, derbarê Ebdeslam û 19 kesên ku bi wî re tên darizandin biryar da.

Ji 19 bersûcên din re, ji ber sûcên wek alîkariya lojîstîkî ji du salan cezayê girtîgehê hat birîn.

“Edalet pêk hat”

Serokwezîra Fransa Borne: Edaletê pêk hat

Serokwezîra Fransayê Élisabeth Borne got:

“Edalet pêk hat.

Wê tirsa bûyerên 13’ê Mijdara 2015’an ji holê ranebe.

Lê ev ji bo hemû kesên rizgarbûyî, ji bo gelê Fransayê gavek xurt e.”

Borne diyar kir ku ew bi qurbaniyên êrîşê û malbatên wan re ne.

Ji derveyî Ebdselam êrişkarên din di dema bûyerê de, yan xwe teqandin yan jî ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

Ev yek ji dozên mezintirîn yên di dîroka Fransayê de bû.

Hat ragihandin ku di encama lêkolîneke navneteweyî ya ku 6 sal dom kiriye de, encamên ku hatine bidestxistin milyonek rûpel derbas kiriye.

Back to top button