Viyan Dexîl bang li Tirkiyê kir: Werin em bi hev re PKK’ê tine bikin

Bifikirin, Komeke ji gerîlla û şervan, li hemberî fermana herî dijwar tên we ji qirkirinê rizgar dikin, Di berdêla vê oxirê de jî bi sedan şehîd didin.
Lê dawiyê hûnê rabin û ji dagirkeran daxwaza tinekirina van gerîllayan bikin.
Aynen tişta ku îro parlementera PDK’ê Viyan Dexil ji dewleta Tirk hêvî dike.

Beriya çend rojan di bin navê “aloziya koçberan” de li bajarê Tirkiyê Stenbolê, konferansek hat lidarxistin.

Parlementera PDK’ê Viyan Dexîl yek ji beşdarên vê civînê bû.

Dîmenên Dexîl yên beşdarbûna konferansê û axaftina wê, doh li ser tevnên civakî hatin belavkirin.

Ji axaftina van dîmenan diyar dibe ku Viyan Dexîl li şûna şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, banga hevkariyê li Enqerê kir û dibêje:

Hêviya me ew e ku Tirkiyê bi me re bibe alîkar da ku em PKK’ê tine bikin.

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi rojekê, herkes qêrîna wê ya li nava parlementoya Iraqê bihîst.

Parlementera PDK’ê Vîyan Dexîl wê rojê bi van gotinan hawara xwe gihand raya giştî:

Bi deh hezaran Êzdî vê gavê bi gefa qirkirinê re rû bi rû ne.

Hemû niha li Çiyayê Şengalê asê mane û rojane zarok jiyana xwe ji dest didin.

Jinên Êzdî li bazarên koleyan ji aliyê DAIŞ’ê ve têne firotin.

Di wan kêliyên ku Viyan Dexîl diqêriya, gerîllayên PKK’ê di berdêla rizgarkirina gelê Êzdî de canê xwe fedea dikirin.

Şervanên YPG û YPJ’ê ji bo vekirina korîdorê, şereke mezin li dijî DAIŞ’ê dikirin.

Û di vê oxirê de bi dehan şervan şehîd bûn.

Ji wan rojan hin kêlî hene ku ew ê her di bîra mirovan de bin.

Xelaskirina bi deh hezaran Êzdî ji aliyê gerîllayên PKK’ê û şervanên Rojavayê Kurdistanê.

Bi taybet jî dîmenê birîndarbûna Viyan Dexil û xelaskirina wê ji aliyê gerîllayên PKK’ê û Şervanên YPG’ê.

Roja 12’ê Tebaxê helîkoptereke artêşa Iraqê di bin navê belavkirina alîkariyan, hewl da li çiyayê Şengalê deyne.

Dema vegerê, ji ber ku barê wê pir giran bû, ket xwarê.

Û tevî bi dehan Êzdî, Viyan Dexil jî birîndar bû.

Wê demê, gerîllayên PKK’ê bi pêşengiya fermandarê xwe Egîd Civyan û komeke ji şervanên YPG bi hewara Viyana Dexil û birîndarên din ve çûn.

Ji pêşengên şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Hemze Tolhildan jî wê rojê bi xelaskirina birîndaran re mijûl bû.

Di encamê hewldanên wan de Parlementera PDK’ê û hem jî bi dehan Êzdî ji mirinê hatin xelaskirin.

Li Bakurê Kurdistanê jî di serî de hevseroka wê demê Fîgen Yuksekdag, HDP’ê xwedî li Viyan Dexîl derket.

Û niha di berdêla ewqas fedekarî û canbexşiyê de, Viyan Dexîl li nava Tirkiyê, bang li rêjîma Enqerê dike, da ku ji bo tinekirina PKK’ê bi wan re bibin hevkar.

Back to top button