Salih Muslim: Tirkiye dixwaze her kes li dijî Kurdan destekê bide wê

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî derbarê planên NATO’yê yên li dijî gelê Kurd diyar kir NATO bi dijminahiya li dijî Kurdan wê nekare têkoşîna li dijî terorê bi ser bixe. Salih Muslim got: “Wê kes li hember êrişan parastina me neke û em ê xwe biparêzin.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD Salih Muslim jî derbarê rewş û geşedanên dawî, ji ajansa Hawarê re nirxandin.

Muslim diyar kir ku Tirkiye dixwaze her kes di şerê li dijî Kurdan û qirkirina wan de, li kêleka wê bisekine û got: ” Eger NATO dixwaze şerê terorê bike, li ser erdê kurd şerê terorê dikin û ev li ser erdê jî îsbat kirin.”

Têkildarî bangên ji bo girtina qada hewayî jî Salih Mislim got: ” Qada hewayî di bin kontrola Rûsiya û Koalisyonê de ye, eger ew rê nedin, kes nikare êriş bike.

Lê bajarên me li ser sînorin û mijara qada ezmanî tenê ne bese, divê pêşî li êrişên bi top û moşekan jî bê girtin.

Eger hêzên Neteweyên Yekbûyî wekî çavdêr li ser sînor bên danîn, dê baştir be û ew ê bibînin ka kî van topan davêje û ewlehiyê têk dibe.”

Salih Muslim: Ji bilî me wê kes parastina axa me neke

Muslim têkildarî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk jî diyar kir ku tu kes ji ber me de wê parastinê neke û got:

“Eger Tirkiye êriş kir, teqez wê tu kes piştgiriya me neke. Ji lewre, em xwe ji vê re amade dikin, em ê bi xwe li ber xwe bidin, erdê me rûmet û namûsa me ye.

Dewleta Tirk dixwaze Kurd, Ereb û Suryan a ji bajarên wan bide koçberkirin û qirkirinê bike, dixwaze tecrubeya Lîwa Îskenderon dubare bike.”

Back to top button