Insiyatîfa Nûn ji bo azadiya Ocalan: Divê zext li Tirkiyê were kirin, hevdîtin bi Ocalan re were kirin

Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan’ derbarê cezayê dawîn ê li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn daxuyaniyek da.

Insiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha got; Ji destpêka dîgirtina Rêber Apo û heya niha mafê wî yê hevdîtinê tê astengkirin.

Em cezayên dispilînê wekî binpêkirina mafên girtiyan bi nav dikin.

Însiyatîfa di berdewama daxuyaniya xwe de ev ceza şermezar kir û ev tişt anî ziman: ”Biryar di tu peymanên navneteweyî û hiqûqî de nehatine destnîşankirin, em van cezayan wekî binpêkirina mafên girtiyan û astengkirina çareseriya gelên bindest bi nav dikin”.

Insiyatîfê di dawiyê bang li rêxistinên sivîl, hiqûqî yên navnetewî û raya giştî kir ku helwesteke cidî nîşan bidin da ku mafên girtiyan li gorî peymanên navneteweyî were parastin.

Û li gorî biryara Meclisa Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigre da ku Rêber APo serbest were berdan.

Back to top button