Meclisa Jinan a girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê û Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyeke hevbeş gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
Di 10 salên şoreşê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekdestî li hemberî êrişên faşîzmê yên hikumeta AKP’ê û hevkarên wê yên rêxistinên terorîst disekinin.
Dagirkeriya Tirk hewl dide qada dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike da ku xeyalên osmanî bi cih bîne.
Dagirkerî welatî û berpirsên Rêveberiya Xweser bê navber ji xwe re hedef digire.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û dewletên Ewropayê hate kirin ku li hemberî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.