
Mîhrîcana 3’yemîn a Aştiyê ya Zarokan bi diruşmeya “Em zarokatiya xwe bi azadî û aştî bijîn” li Tebqayê dest pê kir.
Mihrîcan ji aliyê Meclisa Rêveber a Tebqayê û Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve hatiye organîzekirin.
Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, rêveberiya jin, ciwanên şorşger û bi sedan zarok û malbatên wan beşdarî mihrîcanê bûn.
Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Elî Elaya axivî, mîhrîcan pîroz kir û got: “Ev mîhrîcan ku ji bo zarokan hatiye lidarxistin xebatekî girîng e, ji ber ku di dirêjiya salên borî de şer û koçberî bandor li wan kir.
Di roja yekemîn a mîhrîncanê de Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê perwerdekarên zarokên mîhrîcanê xelat kirin.
Mîhrîcan wê 4 rojan dewam bike.
Sibe wê li bajarokê Sefsaf ê rojhilatê Tebqayê û bajarokê Cirniyê yê bakurê rojavayê bajar were lidarxistin.
Di dawiyê de dê pêşangeheke wênexêzên zarokan were vekirin.