Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan didomîne.
Doh jî çeteyan 6 welatiyên din revandin.
Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe yên heremî ragihand çeteyên dewleta Tirk li gundê Bîyê yê navçeya Şêrawayê, di nav de jin, 6 kes revandin.
Navê kesên hatine revandin wiha ne:
Mehmûd Derwîş, Zeyneb Elûş, Hemîde Cûma, Ferîd Şewqî, Xerîb Mistefa û nasnameya yê din nehat zanîn.
Hat ragihandin ku çeteyan ev kesên ku revandine birine cihekî nediyar.
Rojane buyerên revandinê l iEfrînê ji aliyê çeteyên TIrkiyê ve pêk tên.
Armanca çeteyan a sereke ji revandina welatiyan jî, standina pereyan ji malbatên wan e.