Bedran Çiya Kurd: Ev peymana Tirkiye, Swêd û Fînlandayê li dijî Kurdan e

Bedran Çiya Kurd, Cîgirê Heverokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser peymana li Medrîdê ya navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de bi peymana li dijî Kurdan bi nav kir.
Çiya Kurd dibêje: “Dewleta Tirk dixwaze welatên NATO tev di qirkirina Kurdan de pê re hevkar bin.”
Û tekez kir li hember çi êrişeke Tirkiyê wê pêkhateyên herêmê li ber xw bidin û destkeftiyan biparêzin.

“Peymana li Medrîdê, peymana li dijî Kurdan e.”

Wiha Cîgirê Heverokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, peymana navbera Tirkiye, Siwêd û Finlendayê, pênase kir.

Çiya Kurd der barê peymanê armanc û encamên wê ji radyoya Rojava re nirxandin kir.

Bedran Çiya Kurd anî ziman dewleta Tirk bi vê peymanê ji hevkarên xwe yên NATO’yê, dixwaze di qirkirina Kurdan de pê re hevkariyê bikin.

Çiya Kurd dibêje:

“Peymana li Madrîdê peymaneke li dijî Kurdan e û dijberiya nirxên demokratîk ên welatên Skandenavya-yê ye.

Baweriya me bi gelên Skandenavyayê heye, em ji wan dixwazin mîna berê piştevaniyê bi têkoşîna gelê me re bikin.”

Çiya Kurd balikşand ser gefên dewleta Tirk ên dawî li dijî herêmê jî û ev got:

”Gefên Tirkiyê kêliyekê jî nesekinîne.

Bi van gefan hewl dide projeyên xwe yên dagirkirinê li herêmê pêk bîne û aramniya herêmê têk bibe .

Erdogan her tim li firsendeke herêmî û navneteweyî digere da ku êrişan pêk bîne.

Bi hemû rêbazan peymanan li ser herêmên me, bi dewletên cîhanê re çêdike.

Ev gef di çarçoveya plana bidawîkirina hebûna gel de tê kirin.”

Dawiya nirxandina xwe Cîgirê Heverokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd tekez kir wê pêkhateyên herêmê li hember her cure êrişên dewleta Tirk bisekinin û destkeftiyên li hember DAIŞ’ê hatine bidestxistin jî biparêzin.

Back to top button