Ayten Dersim: Şehîd Zîlan ji bo pûçkirina komployê ev çalakî pêk anî

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim li ser çalakiya şehîd Zîlan anî ziman ev çalakî hem ji bo
pûçkirina komploya li ser Rêber Apo û hem jî ji bo pêkanîna taktîkeke nû bû.
Li ser berxwedana gerîla ya li hemeber êrişên Tirkiyê jî dibêje:
“Leşkerên Tirk ku hêza wan a şer nemaye nikarin xwe li Zagrosan bigirin.
Divê gelê Kurd ji berxwedana gerîla sûdê werbigire û azadiya xwe misoger bikin.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim berxwedana gerîla ya li herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiya şehîd Zîlan ji Medya Haberê re nirxandin.

Ayten Dersim şehîdên meha Hezîranê tev, di şexsê Diyar Xerîb û Zîlan de bi bîr anîn.

Ayten destpêka nirxandina xwe behsa çalakî û lehengiya şehîd Zîlan a li hember dewleta Faşîst kir û ev got:

Şehîd Zîlan hem ji bo pûçkirina komploya li ser Rêber Apo û hem jî ji bo taktîkeke nû pêk bîne çalakiya xwe pêk anî.

Di vê wateyê de bû hêza pêşeng.

Şehîd Zeynep Kinaci weke gerîlaya salekê, bi tena serê xwe artêşek tune kir.

Ayten Dersim: Leşkerên Tirk êdî nikarin xwe li Zagrosan bigirin

Ayten Dersim behsa êrişên dewleta Tirk û berxwedana bi mehan agerîlayên azadiyê li herêmên Parastinê yên Medyayê jî kir.

Taybet ji bo têkçûna dewleta Tirk a di vî şerî de, Endama Koordînasyona PAJK’ê ev got:

Ev çiya çiyayên me ne, em zarokên van çiyayan in.

Leşkerekî Tirk ku hêza wî ya şer nemaye nikare xwe li Zagrosan bigire.

Divê gelê Kurd ji berxwedana gerîla îlham bigire û berxwedanê mezin bike.

Divê em azadiyê misoger bikin.

Ayten Dersim: PDK li dijî gerîla bi dewleta Tirk re hevkariyê dike

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim bal kişand li ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re jî û dawiyê ev peyam da:

Divê Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd vî şerê qirêj rast fêhm bike û berxwedan û têkoşîna li dijî xeta îxanetê weke têkoşîna bingehîn bibîne.

Her kesê sîxurtiya dewleta Tirk-PDK’ê bike, îstîxbaratê bide û destê xwe di xwîna Kurdan de hebe wê hesab jê were pirsîn.

Ev xeta îxanetê di dîroka têkoşîna PKK’ê de ti carî bi ser neketiye.

Back to top button