QSD’ê encama operasyonên meha Hezîranê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk, encama operasyonên meha Hezîranê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê eşkere kir.
Li gorî vê,
Di meha derbasbûyî de 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 17 jî hatin bêbandorkirin.
Her wiha hejmareke zêde ji cebilxane û teqemeniyan jî ket destê şervanên QSD’ê. 

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê encama operasyonên meha Hezîranê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê eşkere kir.

Li gorî daneyên navendê;

30’ê Gulanê li herêma Merkedê ya Hesekê operasyoneke taybet li dijî çeteyan destpê kir.

Di encamê de yek ji wan serçete, 4 DAIŞ’î tevî çekên xwe hatin girtin

8’ê Hezîrnê, li bajarê Reqayê, yek ji berpirsên DAIŞ’ê yê bi karê îstîxbaratî radibû, hate girtin

12’ê Hezîranê, hêzên QSD’ê tevî Koalîsyona Navnetewî bi operasyoneke taybet rabûn û di encamê de şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 3 kesan pêk dihat, hat bêbandorkirin.

Heman rojê li herêma Rojhilatê Dêrazorê operasyoneke bejahî û ezmanî pêk hat.

Di encamê de serçeteyekî DAIŞ’ê ku bi karê êrişan radibû hat girtin.

17’ê Hezîrnê jî li herêma Merkedê bi heman rêbazî, berpirsekî çeteyên DAIŞ’ê hat zefitkirin.

19’ê Hezîranê li derdora herêma Al Buseyra ya Rojhilatê Dêrazorê, DAIŞ’iyê ku bi karê vegusetina çeteyan radibû hate girtin.

Heman rojê li gundewarên herêma Tebqayê jî çeteyê DAIŞ’ê yê amadekariya êrişên teqemenî dikir, di encama operasyoneke taybet de hat girtin.

25’ê Hezîranê li herêma El Buseyra DAIŞ’iyê ku êrişên xwekujî organîze dikir hat girtin.

26’ê Hezîranê jî li taxa Ezîziyê ya Hesekê, operasyoneke taybet li dijî şaneyên veşartî pêk hat.

Di encamê de serçeteyekî DAIŞ’ê ku ji kuştina sivîlan berpirsiyar bû hate girtin.

Li gundewarên Rojhilatê Dêrazorê jî bi deteka hêzên ezmanî yên koalîsyonê, şervanên QSD’ê bi operasyoneke taybet rabûn.

Di encamê de şaneyeke çeteyan a ji 3 kesan pêk dihat hat bêbandorkirin.

29’ê Hezîranê jî dîsa li Rojhilatê Dêrazorê, şervanên QSD’ê dor li şaneyeke DAIŞ’ê girtin.

Tevî banga xweradestkirinê jî, çeteyan êriş kir û di encama destwerdana şervanan de 2 êrişkar hatin kuştin.

Back to top button