Li Sûdanê..Di xwepêşadanên li dijî darbekaran de 8 kes hatin kuştin

Gelê Sûdanê li dijî darbekaran, dengê xwe bilind dikin.
Tevî derbasbûna 8 mehan hîna li welat xwepêşandan têne lidarxistin.
Li paytexta Sûdanê Xartumê di xwepêşandana li dijî darbekarên leşkerî de, êrişî xwepêşandêran hate kirin.
Di encamê de, 8 xwepêşandêr hatin kuştin.

Doh careke din bi deh hezaran Sûdanî daketin kolanên paytext Xertûmê dest bi gotina sloganên dijî generalê darbekar Abdul Fattah al-Burhan kirin.

Xwepêşandaên doh ya dawiya meha Hezîranê bi dijwarî derbas bû.

Hêzên ewlehiyê gule li xwepêşanderan reşandin û 8 xwepêşander kuştin.

Ji xwepêşanderên hatine kuştin yek ji wan zaroke.

Hat diyarkirin ku hêzên darbeyê bombeyên gazê avêtine nexweşxaneyan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji dema darbeya 25’ê Cotmeha 2021’ê heta niha herî kêm 111 xwepêşander hatine kuştin û bi hezaran xwepêşander jî birîndar bûne.

30’ê Hezîranê ji bo vî welatê mezin ê li rojhilatê Afrîkayê xwedî nirxeke sembolîk bû.

Salvegera darbeya ku di 30’ê Hezîrana 1989’an de Omer El Beşîr a hatina ser deshilatê bû.

General Burhan di Cotmeha 2021’an de desthilatdariya sivîl bi dawî kir.

Piştî vê darbeyê alîkariya navneteweyî ku ji sedî 40’ê bûdçeya Sûdanê ye, hat birîn.

Ya xerabtir, birçîbûnê dest pê kir.

Sûdana ku xwedî 45 mîlyon nifûse, ji sêyan yekê wê di nava xeteriya ku xwarin bi destê wan nakeve de ye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ev rêje wê heta meha Îlonê bibe ji sedî 50’î.

Di destpêka meha Hezîranê de, saziya sivîl Save the Children ragihandibû ku 2 zarok ji ber birçîbûnê mirine.

Back to top button