Nîvê şevê weşanên DW û VOA hatin qedexekirin

Nîvê şevê li ser biryara Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyê, malperên DW û Dengê Amerîkayê li vî welatî hatin qedexekirin.
Rêveberiya DW li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da û got;
Li Tirkiyê tevgera li gorî Rûtk’ê tê wateya binpêkirina rêzikên çapemeniya serbixwe.

Doh li paytexta Spanyayê Madrîdê, piştî civîna NATO, şefê rêjîma Tirk Erdogan bersiv da pirsên rojnamevanan.

Nûnera Freedom House di civînê de bi bîra Erdogan xist ku Tirkiyê di mijara astengkirina azadiya ragihandinê xwedî sicilekî xerab e û ev pirs kir:

Di rewşeke wiha de ma cihê Tirkiyê di nava NATO’yê de heye gelo?

Erdogan ê ku weke her carê ji ber pirsên ne li gorî xwe bihêrs bû û îdîa kir ku ti rojnamevan ji ber karê xwe nehatiye girtin.

Erdogan ê ku îdîayek wisa anî ziman ku hê beriya 2 rojan tenê ji ber çend wêneyan, cezayê zindanê li rojnamegerê Kurd Abdurrehman Gok hate birîn.

Hefteya derbasbûyî jî 16 rojnamevanên Kurd tenê ji ber xebatên xwe hatin girtin.

Û doh piştî îdîayên Erdogan bi çend saetan, li Tirkiyê malperên 2 saziyên ragihandinê hatin qedexekirin.

Nîvê şevê li ser daxwaza Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyê-RÛTK,

Berpirsê DW Peter Limbourg: Lîsansa Rûtk tê wateya binpêkirina rêzikên ragihandina serbixwe

Malpertên Saziya Ragihandina Alman DW û malpera Dengê Amerîkayê hatin girtin.

Hinceta Rûtk’ê jî ew e kuev herdû saziyê daxwaza wergirtina ruxsetê qebûl nekirine.

Li ser mijarê berpirsê giştî yê DW Peter Limbourg (Peter Lîmborg) daxuyaniyek da û bal kişand ser van xalan:

Li ser vê meselê me gelek hevdîtinê bi aliyê Tirk re pêk anîn. Me eşkere ji wan re got, ti niyeta me tine ye ku em ji bo lîsanê serlêdanê bikin.

Sedema vê helwesta me jî ev;

Li Tirkiyê saziyên Medya yên xwedî lîsans, neçarin ku li gorî fermanan tevbigerin. Yanî çi gava ji wan bê xwestin dikare naveroka hin nûçeyan jê bibin.

Qebûlkirina vê yekê jî tê wateya binpêkirina rêzikên çapemeniya serbixwe û bê alî.

Peter Limbourg diyar kir ku ew ê li dijî biryara Tirkiyê serî li rê û rêbazên qanûnî bidin.

Back to top button